Bankverbindung
Rat der syrischen Eziden e.V Kontonummer: 370 25 780 Bankleitzahl: 480 501 61 Sparkasse Bielefeld
صفحة المجلس على الفيس بوك

صفحة المجلس على الفيس بوك


أورينت نيوز: تقرير عن ايزيديي سوريا
كلمة مجلس ايزيديي سوريا في مظاهرة هانوفر 5.10.2013
أورينت نيوز: اليزيدية في سوريا: اضطهاد قبل الثورة وخوف من مستقبل مجهول
اراء السياسيين والمثقفين الكرد عن مجلس ايزيديي سوريا
اورينت: عائلة ايزيدية منكوبة من سري كانيا -سوريا
Cevata Ezidie Suriya
اورينت||مظاهرة مجلس إيزيدي كرد سوريا في كولن
اعتصام كولن
اراء حول مجلس ايزيديي سوريا
كلمة مجلس ايزيديي سوريا في مظاهرة هانوفر
كلمة مجلس ايزيديي سوريا في اعتصام هانوفر
تقويم
يونيو 2021
ن ث أرب خ ج س د
« ديسمبر    
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30  

Daxwiyaniya dawî ya kongira Êzdiyên Sûrî

Di vê rewṣa pir hestedar de, a ku Sûrî tê re derbas dibe, û pirsa Kurdî li Sûrî, û ciyên Kurdên Êzdî di Sûrya dahatû de, û giringî û pêwistiya Êzdiyên Sûrî bi rêxitineke siyasî, û gelek xalên din, cara yekem di dîroka Êzdiyên Sûrî de, di 10.03.12 an de, li bajarê Bielefeld / Elmaniya di kongireyekî girseyê de ev xal û gelek xalên din hatin nîqaṣ kirin.

Kongir bi xuleyek bê deng û lebat li ser canê Pakrewanên rêҫa azadiyê hate vekirin.

Piṣtî nîqaṣek pir xweṣ û hêmin, li ser bîranîna salvergea ṣûreṣa Sûrî û serhildana 12 Adarê beṣdarvanan dest bi guftûgokirina rêbaz û programê Encûmena Êzdiyên sûrî û pêṣkêṣkirina pêṣniyazan û wergirtina nerînên cur be cur bo guhertina wê kirin.

Beṣdarvanan bi yek deng, soz û baweriyê biryar dan ku Encumena Êzdiyên Sûrî, wek rêxistinek siyasî nûnerê Êzdiyên Sûrî yê rewaye, ku wê di hemî dem û dewranan de, di hemî ciyan de bi hemî hêza xwe berevedaniyê di ber mafê wan yê netewî û olî de bike.
Her weha beṣdarvanan biryar dan ku Encumen bi heman pêr û mêzênê danûstandin û têkiliyan bê awarte bi tevaya hêz, alî, partî û damûdezgehên siyasî û sivîl yên sûrî û yên navnetewî re bikê, daku pêkre karibin Sûryeke Demukrat, ferehhizbî, û fereh reng û deng ava bikin, Sûryeke ku dirkêniyê bi mafê netewî yê gelê Kurd yê rewa di destûrê de bike, û dirkênî û rêzgirtina maf û taybetmendiya hemû ol, û reng û dengê din.

Beṣdarvanan bi yek dengî gotin ku em parҫeyek ji vê ṣûreṣa welat in, û em ê hewil bidin wekî her car bi hemî erk û berpirsiyariya xwe rabin, her weha em li dijî leṣkerkirina ṣûreṣê ne, û li dijî tund û tûjiyê ne ji kur be bila bibe, em li gel wê ne ku ev rêcîma Diktator bi hemî damûdezgehên xwe ve têk here lê bi rêҫên aṣtiyane û bi xebata siyasî.

Piṣtî nîqaṣkirina evan hemî xalên jêrî, dergeh ji bo hilbijartinan hate vekirin,
ku di encama hilbijartineke demukrat û nehênî, komîteyek birêvebir ji 11 kesan hate hilbijartin.

Di dawî de, endamên kongir sipasiyek pir germ arasteyî hemî, Siyasetmedar, rêxistin, partî, komel, û damûdezgehên Kurdî, Erebî û Elamnî kirin, yên ku birûsknameyên pîrozbahiyê ji kongire re hinartibûn.

Bijî ṣûreṣa rûmet û azadiyê ya Sûrî
Bijî Sûrî welatek demukrat û azad
Bijî biratiya Kurd û Ereban

10.03.12 Elmaniya / Bielefeld
Encûmena Êzdiyên Sûrî
Berdevkê fermî yê Encumena Êzdiyên Sûrî

Youtube Channel