ئهنجوومهنی ئێزدییهكانی سوریا: بارزانی زامن و پاراستنی مافی تهواوی پێكهاتهكانی كوردستانه
Malbata Sabriyê Eliyê Ehmed: pîrozbahî
Pîrozbahî bo Kongira Giştî ya Êzîdiyên Surî li bajarê Bîlîfêld أكمل قراءة التدوينة
Daxwiyaniya dawî ya kongira Êzdiyên Sûrî
Di vê rewṣa pir hestedar de, a ku Sûrî tê re derbas dibe, û pirsa Kurdî li Sûrî, û ciyên Kurdên Êzdî di Sûrya dahatû de, û giringî û pêwistiya Êzdiyên Sûrî bi rêxitineke siyasî, û gelek xalên din, cara yekem di dîroka Êzdiyên Sûrî de, di 10.03.12 an de, li bajarê Bielefeld / Elmaniya di kongireyekî girseyê de ev xal û gelek xalên din hatin nîqaṣ kirin أكمل قراءة التدوينة
Konê Reş: kongira Êzdiyên Suriyê
Birêzan amadekar û beşdarên kongira Êzdiyên Suriyê
li bajarê Bielefeld/Almaniya
Kak Serhan Îsa
Silav û rêz bo we tevan
Hêjano! Ez wek nivîskarekî Kurd ji bajarê suriyê/ Qamişlo ji dil û can silav û pîrozbahiya xwe a gerim bo we beşdarên kongira Êzdiyên suriyê dişînim û serketinê bo kongirê we hevî dikim.. Û dibêjim her bijîn bo parastina vê ola me a herî kevnar di cîhanê de.. Her bijîn bo roka ku di asmanê Mezopotamiya de diçirise.. Bijîn bo zimanê Kurdî..
Hêjano ez xweş bawer im ku parastina ola Êzdiyan di suriyê de parastina zimanê kurdî ye û parastina hebûna gelê Kurd e.. Pîroz be, sed carî pîroz be..
Serketin bo we û xêr û xweşî para we be.
Konê Reş
Qamişlo, 08.03.2012
Qado Şêrîn: Kongira Êzdiyan li derve
Kongira Êzdiyan li derve,
Hemû endam û mêvanên birêz,
Silav û rêz,
Li pêşî boyî kongira we serkeftinê dixwazim, bi hêviya ku hûn bikaribin biryarên baş ji bo çarenûs û di berjewendiya gelê me yê Êzdî de li Sûriyê bistînin, ew ê di berjewendiya me hemûyan de be, çimkî Êzdî beşekî sereke ji gelê kurd in.
Kongira we di wextek dîrokî de li dar dikeve, di wexta ku miletê Sûriyê bi giştî û yê kurd bi taybetî bi şoreşa xwe ya aştiyane rabûye û ji adara sala 2011an ve berdewame taku rêjîma diktator birûxe û azadî û demuqratî bê Sûriyê.
Li dora pêncî salî ye ku kurd bi giştî û Êzdî bi taybetî ji hemû mafan bêpar mane, jixwe Êzd wek Sûrî, wek kurd û wek Êzdî sê celebên zulm û zordariyê li wan bûne. Êdî erkek dîrokî ye ku em kurd deng û hêza xwe bi yek in, çimkî bê wê emê nikaribin di asta şoreşê de bin, û nikaribin xwedî li doza gelê xwe derkevin, her wisa emê nikaribin mafên we Êzdiyan bidestxînin.
Gelî brêzan,
Em wek nivîskarekî kurd yekkirina helwest û gotara kurdî li rojavayê Kurdistanê erkek netewî û dîrokî dibînin, ew dê bibe egera çesipandin û bidestxistina mafê gelê kurd bi giştî û yê Êzdiyan bi taybetî. Êdî ji me hemiyan tê xwestin ku em di asta şoreş û daxwazên gelê xwe de bin. Her wisa em guman dikin ku mafê çarenûs û bi taybetî fîdralî şêweyê herî serkeftî û baş e ji bo çareseriya pirsa gelê me yê kurd li rojavayê Kurdistanê.
Serkeftin para kongirê we be,
Her şad û bextewer û li pêş bin.
Xêr û xweşî tim li pêşiya we be.
Qado Şêrîn
Hollenda
08.03.2012